Skip to main content

Banga me ji hemû civak û muxalefeta civakî ra ev e:
“Em rastiyê dibînin! Em ji guhertina destûra bingehîn ra dibêjin NA!”

Wekî PDFê Bîninéwê:

Banga me ji hemû civak û muxalefeta civakî ra ev e:

“Em rastiyê dibînin! Em ji guhertina destûra bingehîn ra dibêjin NA!”

Dîmena siyasî van rojan carek din bi mijara xwe ya naskirî lê ne diyar ve mijûl e; Guhertina Destûra Bingehîn. Erê, rojevek naskirî ye, lê vê carê pir xeternak û metirsîdar e. Ev daxwaza guherînê ku

xwestekeke wê ya wêranker heye ku jiyan, hebûn û azadiyê dike hedef, dîsa rêbazeke nas bi kar tîne:

Civakê bi awayekî newekhev û hiyerarşîk dike du parçe, parçeyekî civakê li hember yê din vekirî, tazî û bêparastin dike.

Ev pêşnumaya guhertina makezagonê ku hikûmetê bi hinceta “parastina malbatê” û bi aktîfkirina tirsa civakê dengan bi dest bixe, jin û LGBTI+yan dike hedef. Dema ku hemwelatiyên LGBTI+ wekî “jirêderketî” bi nav dike, ew jinên ku serpûşî ne bi LGBTI+yan ra dijberî dike. Bi ferq û cudahiyê di navbera jinên “serpûş û servekirî” da, armanc dike ku kîn û polarbûna civakê bigihîne asta destûrî.

Her wiha bi vekirina nîqaşa parastina malbatê û azadiya baweriyê, vê kîn û cudakariyê bi awayekî pir konetî dike!

Em destê li pişt dibînin, ne pêlîstokê! Em bi hev nakevin!

Tê pêşnîyar kirin ku di xala parastina “malbatê” da, hemwelatiyên LGBTÎ+ wek “jirêderketî” bên

binavkirin û ji bo malbatê wek “tehdîd” bên dîtin. Di Destûra Bingehîn da cihgirtina vê bendê tê wê maneyê ku nefreta li hemberî LGBTI+yan bi Destûra Bingehîn re wê rewa bibe û tundî zêde bibe û

dema ku LGBTI+ rastî tundîyê werin, sûcdar bêyî ku bên darizandin dê bi awayekî azad bimeşin. Ev tê wê wateyê ku kesên LGBTI+ nikarin ji mafên xwe yên perwerde, tenduristî, xanî û kar sûd werbigirin, nikarin xwe birêxistin bikin û îfade bikin. Di warên çapemenî, çand, huner û werzîşê da rê li ber

dîtina hebûna LGBTI+ bê girtin; ew ê bibe sedem ku axaftinên ku cudakarî û şîdetê rewa dikin, belav dikin û xelat dikin, zêdetir werin damezrandin!

Bi guhertinê re cêwazîya di navbera “jinên serpûşî û servekirî” da dikeve xala ku azadiya ol û wijdanê birêkûpêk dike. Ji ber hin sedeman, azadiya ol û wijdan tenê li ser bedenên jinan û serê jinan tê

nîqaşkirin! Neheqiyên ku bi salane li ser jinên serpûşî tên kirin, bêyî ku ji wan bipirsin, weke bûyerek pêk hatiye û çûye dihesibînin. Ev pêşnûmeya guhertinê ya eşkere cudaxwaz, ku rê li ber pirsê vedike, ka çima û çawa jin cil û bergên xwe li xwe dikin an serê xwe dipêçin, ji bo jinan di derbarê maf û

azadiyên xwe yên bingehîn da wek qencîyekê tê pêşkêş kirin. Wekî din, bi rêziknameya ku cihêkariya li dijî hebûna LGBTI+ pêşbîn dike, bi danasîna jinên serpûşî û kesên LGBTI+ wekî du komên cihê yên ku têkilî û bi hev ve girêdayî ne, polarbûna civakê kûrtir dike.

Di Destûra Bingehîn de cihgirtina vê îfadeyê dê rê li ber desthilatdaran ango mêran veke ku bi destûra bingehîn destwerdana bedena jinan bikin, yên ku xwe ji Peymana Stenbolê vekişandin û diyar kirin ku ew ê li dijî tundiya li ser jinê têbikoşin, bi vê guherînê re gava din a astengkirina jinan têxin merîyetê! Binpêkirina mantiqê makezagonê ye ku peymanek ji bo garantîkirina wekhevî, azadî û mafê jiyanê yê hemû kesan bi xwe cudakarî û şîdetê derdixe holê; ev pêşniyara guhertina destûrê bi serê xwe betalkirina destûrê ye!

Em destê hev bernadin! Em tu kesî li pey xwe nahêlin!

Li dijî kîn û şîdeta ku bi awayek zirav zirav tê xêzkirin, em bi baldarî tevna xwe ya hezkirin, aştî û

hevgirtinê dihonin. Em li dij in ku jiyana me, laşê me, bawerî û namûsa me wek materyalê siyasî were bikar anîn. Em ê qebûl nekin ku ti kes ji ber nasnameya xwe sûcdar û dijmin bê îlankirin. Em zîhnîyeta kesên ku astengkirina jiyana ku ji bo her kesî yekta ye bo kesên ne wek xwe, yên wek

wan tevnegerin û nafikirin rewa dibîne red dikin. Em dizanin, jiyanek din gengaz e! Bi hemû nasname û ramanên me yên cihêreng re bi hev re bûn pêkan e! Girêdana me ya bi hev re, empatiya me, hevpariya çîroka me ew qas xurt e ku bi çend hevokên bi xemsarî hatine nivîsandin, her çend di Destûra Bingehîn de bin jî xeranabe. Em bi esasî vê pêşniyara guhertina destûrê red dikin û her kesê vedixwînin ku ji guhertina destûrê ra bibêje NA!